KURDÎ

TEK GULEK NABE GULİSTAN

GOFTEGOYEKE ÇANDÎ

Yekbûna Çandî heviyeke divê ku pêk bê, lê bê ku çand werin bişaftin, dive ku teybetmendiya çandê her gelekî di wê hêviyê de were parastin. Ew hêvî rê ya xwe di çalekiyên çandî yên navnetewî de dibîne, mîna festîvalên wêje û hûnerî, di wan de danesîna çandî û çûdabûna her çandeke diyar dibe, ji ber wê jî LÊLÛNÊ dê lidarkeve .

Belkî ku lidarxistina Festîvaleke sînemayî di rewşa şer û cengê de ya ku hemû deverên Sûrî jiyan dike û bi taybet Bakûr û Rojhilatî Suriyê û piştî dagirkirina EFRÎNÊ û koçberkirîna welatiyên wê nameya herî girîng be. Nameya ku hêza Berxwedaniya gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyê diyar dike. Lidarxistina Festîvaleke bi vî rengî di van rewşan de yekem car di dîroka cîhanê de dibe. ROJAVA buye  kaniya ku hemû nivîskar,rewşenbîr, hunermend, sînemeger, şanoger …. hw, jê hêza xwe digrin.       

DANESÎNA FESTÎVALÊ

LÊLÛN : Festîvaleke Filma ye, di hundir kampan de ye, rewşa ku cengê mirov, dar ta kevaran rûxwendî ye.  Filman ji hemû welatên cîhanê yên ku ji alî hezker û pesporên sînemê  ve hatine aferandin pêşwazî dike. Ev KİJA LÊLÛNê ya yekem e. Bi damezrineke hunerî, di hundir hefteyek sînemeyî  Li kêlek pêşkêşkirina filman çalekiyên hunerî û wêjeyî li dar dikevin, domahîka festîvalê  xelat û şevberkeke hunerî ye.

TAYBETMENDİYA LÊLÛN

Festîvala LÊLÛN di erdnîgariyekê de ye atûna cengê lê gir e, cihê lidarxistina festîvalê li ser  xêza ku bi hêzên tundirew re rûbirû de ye, festîval ji alî gelê ku ji mal û warê xwe bi zorê koçber buye li dar dikeve, ev jî teybetmandiya festîvalê ye, nameya Efrîniya ye, biryara berxwedaniyê ye.

ARMANCÊN FESTÎVALÊ

  • Derbirîna Civakan, danesîna çandan.
  • Deriya têkliyên çandî di navbera gelan de.
  • Avakirina têkliyan bi civakên biyan re.
  • Danûstandina Çandî di navbera gel, civak û welatên cîhanê de.
  • Danûstandinên zanyarî di warê hunera heftemî de.
  • Sûdekirtin ji civakên pêşketî di warê hunera heftemî de.

TAYBETMENDİYA FESTÎVALA LÊLÛN

Festîvala LÊLÛN di erdnîgariyekê de ye atûna cengê lê gir e, cihê lidarxistina festîvalê li ser  xêza ku bi hêzên tundirew re rûbirû de ye, festîval ji alî gelê ku ji mal û warê xwe bi zorê koçber buye li dar dikeve, ev jî teybetmandiya festîvalê ye, nameya Efrîniya ye, biryara berxwedaniyê ye.   

BEŞ Û CEREYÊN FILMAN

Festîval li gor aferînerên filman dabeşî du beşan dibe

  • Filmên pesporan
  • Filmên hezkerên hunera heftemîn 

Festîval li gor pîvanên nevnetewî felmên beşdar dabeşî van cureyan dike

  • Kurte film
  • Filmên dirêj
  • Belgese

XELATÊN FESTÎVALÊ

  • Baştirîn Kurte Film 400$
  • Baştrîn Filma dirêj 1000$
  • Baştrîn Belgese 300$ 
  • XELATA TAYBÊT A KOMÎTA NİRXANDİNÊ  300$

PÊLANSAZÎ

  • Deriyê festîvala ji 1 / 7 Ta 15 / 8 / 2020 jı bo pêşwazîkirina filman ji hemû deverên cîhan vekirî ye.
  • Festîval di dîroka 21 / 9 / 2020 de li dar dikeve . 
Têbîn : Dîroka lidarxistina festîvalê li gor rewşa tendirustî ya cîhanê berî demê tekez dibe 

MERCÊN BEŞDARİYÊ

  • Divê ku kurte film ( 45 ) xelekan derbas neke .
  • Divê ku filmên dirêj di navbera ( 60 – 120 ) xelkan de be .
  • Divê ku belgese ( 100 ) xelekî derbas neke .
  • Festival filmên ku di salên 2015 ta 2020 hatine aferandin pêşwazî dike .
  • Li kêlek zimanê filmê ya zikmakî divê wergera wê ya Engilîzî hebe .